Stêrka Dawûd ango bi Îbrankî Mertala Dawûd (מָגֵן דָּוִד veya מגן דוד: Magen David) a ku bi Hezretî Dawûdê ji cisnê Hezretî Brahîm ji ezmên daketî Qudsê û ji wê demê ve qet ji qewmê Îsraîl veneqetiyayî... Ew stêrk dê her tim hêz, hêvî, xeyal û ronahiya wan bûya. Ew stêrk koma ronahiyê bû û ew kom jî dê her bibûya mertala parastina qewmê Mûsewiyan.
Stêrka Dawûd ango bi Îbrankî Mertala Dawûd (מָגֵן דָּוִד veya מגן דוד: Magen David) a ku bi Hezretî Dawûdê ji cisnê Hezretî Brahîm ji ezmên daketî Qudsê û ji wê demê ve qet ji qewmê Îsraîl veneqetiyayî... Ew stêrk dê her tim hêz, hêvî, xeyal û ronahiya wan bûya. Ew stêrk koma ronahiyê bû û ew kom jî dê her bibûya mertala parastina qewmê Mûsewiyan.
Ti aliyên bawermend bi qasî bawermendên Mûsewî yên ku ew stêrk bi hebûna wan re êdî yeksan e, ji ber wê stêrkê ango nîşaneyê di dîroka mirovahiyê tevde evqas êş, biçûkdîtin, nefîbûnên parzemînî û nîjadkujiyên bi dehan caran nejiyan...
Gava li welatên cuda cuda dihatin çarmîxkirin, gava di giyotînan de serên wan dihat jêkirin, gava ku di odeyên gazê yên sosyalîstên nasyonel de dihatin fetisandin de jî her tim ew stêrk bi wan re bû. Ew weke parçeyên ku ji hev nayên qutkirin bi hev re dişewitîn.
Carinan ew stêrk di dîroka mirovahiyê de ji bo van bawermendan li hemberî êrîşan dibû mertala ronahiyê ya ku wan diparêze. Carinan jî ji bo dilê wan ê êrîşkar dibû xençerek. Ne wê stêrkê ev mirovana terikandin. Ne jî wî qewmî ew stêrka ku Hezretî Dawûd xwe di hundir wê de veşartî, pê bawer dikirî û pîroz ditîtî terikand.
Bi saya Asena Barzanî ya Kurd ku yekem Xaxam a jin a di baweriya Mûsewiyan de ye, ew stêrk li ezmanê Kurdistanê jî geriya. Bavê Asenayê Samûel Barzanî gava ku li Mûsilê li gel xwendekarên xwe li baxçeyê birêztirîn dibistana Mûsewitiyê stran digotin xwe dîsa li ezmanê Kurdistanê weke komeke ronahiyan, weke mertalekê ji bo kurdan nîşan da.
Di cîhana Xirîstiyanan de û li Ewropayê bawermendiya Cihûtiyê weke “Har, nayê qebûlkirin û hêjayî komkujiyan” dihat têgihiştin. Lê yekem car ew stêrk ji aliyê împaratorê Bohemyayê Kral Karlê IV’em ve hate hembêzkirin. Sal 1354 bû. T.G Masaryk ku avakarê Çekoslovakyayê ye û yek ji lawên Karlê IV’em e, hîn Îsralîl di nexşeya erdnîgariyê ya dinyayê de tune bû weke ku li hemberî dinyayê serî rake di 1927’an de diçe Îsraîlê. Ew li hemberî gora Dawûd serê xwe ditewîne. Yekem merivdewletê ku li ber dîwarê gunehan diayan dike û dixwaze stêrk vegere Qudsê jî ew e.
Stêrka/Mertala Hezretî Dawûd çend hefte berê digel ewqas êrîşên xwînxarane dîsa xwe li ezmanê Kurdistanê weke tekane mertala dost a parêzvan nîşan da. Bawermendên Cihûtiyê/Qewmê Îsraîl gelek êş û cefayên ku bûne mijara bi hezaran fîlm, belgefîlm û pirtûkan, kişandin.
Îro stêrka/mertala Hezretî Dawûd dilşadiya xwe li welatê ku jê belav bûyî bi îbadet, stran û reksan nîşan dide. Hêjayî vê yekê ne û heqê wan e. Bila li dostê me yên Mûsewî pîroz be.
Bi hêviya stêrka ku Kurdistanê diparêze rojekê dîsa vegere Kurdistanê....
Wêne ; Nûh Ateş
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.