Çürükkaya û Mihemedzade li Amedê hatin bibîranîn

Şehîdên Başîkayê General Dr. Seîd Çürükkaya û Pêşmergeyê PDKÎyê Resûl Mihemedzade li Amedê hatin bibîranîn. Serokê PSK, PDK Bakur, ÖSP, Tevgera Azadî, PAKKURD û nûnerên PAKê û PDKÎyê di bîranînê de amade bûn.

25 Berfanbar 2016 - 03:53
25 Berfanbar 2016 - 03:53
 0
Çürükkaya û Mihemedzade li Amedê hatin bibîranîn

Merasîma bibîr anînê bi rêz girtinê û bi xwendina sirûda Neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir.

Nûnerên Hareketa Azadîyê Cîgirê Serokê PAKê Nurî Sınır, Serokê PAKURDê Îbrahim Halil Baran, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê PSKê Mesud Tek, Serokê OSPê Sinan Çiftyurek û gelek nûner û rêveberên partîyan, Sîyasetmedar û rewşenbîran beşdarî merasîma bîranî ne bûn. Di merasîmê de xebat û keta Çurukkaya hat bibîrxistin û jiyana wî sînevîzyoneke hate nişandan.

Dr Seîd di 26ê Cotmeha 2016an de li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkayê dema pûçkirina bombeyeke DAIŞê teqiya bû û di encamê de bi giranî birîndar bibû û bo derman kirinê biribûn Almanyayê. Di 30ê Cotmeha 2016an ji ber giraniya birînan Çurukkaya jiyana xwe ji dest dabû.

Ev nûçe bi tevahî 1633 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:21:17