Dadgeha Iraqê ji bo hilbijartinan biryara xwe da!

Dadgeha Iraqê ya Federal di derbarê encamên hilbijartinan de biryara xwe ya dawî da û got divê careke dî ra werin hijmartin.

21 Hezîran 2018 - 06:01
21 Hezîran 2018 - 06:01
 0
Dadgeha Iraqê ji bo hilbijartinan biryara xwe da!

Dadgehê biryar da ku hemî ra careke dî bi destan werin hijmartin. Ji xeynî vê jî divê hilbijartina taybet ya li derveyî welêt û kampên penaberan hatiye çêkirin, neyê betalkirin.

Di 6ê Hezîranê de Parlamentoya Iraqê biryarek dabû ku ra bi destan werin hijmartin û hilbijartina taybet ya li Herêma Kurdistanê jî were betalkirin.

Êdî vê carê jî dadgeha federal ev biryara parlamentoya Iraqê betal kir.

Ji bo ku biryara parlamentoya Iraqê were betalkirin, Serokomariya Iraqê, Komîsertiya Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serî li dadgeya makezagonê dabûn.

Ev nûçe bi tevahî 3888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:16:16