Dadgehê biryara desteserkirina Necmedîn Kerîm da

Dadgeha Kerkûkê derbarê parêzgarê jikardûrxistî yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de biryara desteserkirinê da. Biryara Dadgeha Kerkûkê li ser Projeya Helo ya Kerkûkê ye û tohmeta sextebûna projeyê dixin stûyê Necmedîn Kerîm.

7 Hezîran 2018 - 03:06
7 Hezîran 2018 - 03:06
 0
Dadgehê biryara desteserkirina Necmedîn Kerîm da

Herwiha di biryara Dadgeha Kerkûkê de ku dadger Sebah Mihemed biryara desteserkirina wî îmze kiriye, hatiye gotin ku dê dest deynin ser mal û milkê wî jî.

Dadger Sebah Mihemed heman ew dadger e ku hefteya derbasbûyî biryara desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî dabû.

Ev nûçe bi tevahî 1931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:34:48