DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûkê kir

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kirin ser gundeke sînorê bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê û hejmarek kes bûn qurban.

16 Îlon 2018 - 05:46
16 Îlon 2018 - 05:46
 0
DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûkê kir

Li gor zanyariyên bidest ketin, DAIŞê duh 15.09.2018ê êrîş kir ser gundê Xerîb ê ser bi nahyeya Ebasiyê ya ser bi bajarokê Hewîce.

Hat zanîn di êrîşê de çekdarên DAIŞê polîsek û hemwelatiyek kuştine û hemwelatiyek din jî birîndar bûye.

Piştî dagir kirina bajarê Kerkûkê û navçeyên derdora wê, milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê berpirsyariya parastina asayîşa navçeyê û hemwelatiyan girtin serxwe. Lê ji ber ne çalakbûn û bêhêziya wan şaneyên veşartî yên DAIŞê dest bi çalakî û kiryarên terorîstî kirine.

Ev nûçe bi tevahî 1931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:49:24