DAÎŞ'ê gefa êrişê li Îran'ê da

DAÎŞ bî dîmenek vîdyoyî gef li Îran'ê da. Endamê DAÎŞ Îran bi lidarxistina êrişê gef kir.

10 Tebax 2017 - 07:11
10 Tebax 2017 - 07:11
 0
DAÎŞ'ê gefa êrişê li Îran'ê da

Vîdyoya ku hatiye belavkirin de çekdarên DAIŞê bi maskeyên reş rûyên xwe nixumandine û bang li xelkê Îranê dikin, ku li dijî welatê xwe serî hildin.

Çekdarê DAIŞê ku bi zimanê farisî diaxive û dibêje: “Çawa ku me li Iraq û Sûriyê serê kuçikên we jê kirin, emê serê we jî li Tehranê jê kin.”

Herwiha di vîdeoyê de dîmenên êrişê ku di 7ê Hezîranê de li Tehranê li dijî parlementoya Îranê û tirbeya Ayetullah Xumêynî hatibûn kirin, cih digrin.

Di encama êrişên 7ê Hezîranê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev nûçe bi tevahî 1579 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:11:07