Dema erkê qeyumê Şaredariya Mêrdînê 2 mehên din hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar da ku dema erkê Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun, wekî qeyumê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 2 mehên din were dirêjkirin.

4 Tîrmeh 2026 - 10:18
4 Tîrmeh 2026 - 10:18
 0
Dema erkê qeyumê Şaredariya Mêrdînê 2 mehên din hat dirêjkirin

Li gorî rêkarên qanûnî yên li Tirkiyeyê, dema erkê qeyumên ku li şûna şaredarên ji kar hatine dûrxistin kar dikin, her du mehan carekê ji aliyê Wezareta navxwe ve tê nirxandin. Di encama nirxandina dawî de, biryar hat dayîn ku Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun erkên xwe yên li şaredariyê bidomîne.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, di 4ê Mijdara 2024an de di çarçoveya "lêpirsîn û dozên terorê" de ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatibû dûrxistin. Piştî dûrxistina Ahmet Turk, Wezaretê Waliyê bajêr Tuncay Akkoyun li şûna wî erkdar kiribû.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:22:33