Di Gola Wanê de 2 kes xeniqîn

Li navçeya Tuşbayê ya Wana Bakurê Kurdistanê, 2 kesên ji bo avjeniyê ketin Gola Wanê xeniqîn.

15 Tîrmeh 2024 - 07:53
15 Tîrmeh 2024 - 07:53
 0
Di Gola Wanê de 2 kes xeniqîn

Li navçeya Tuşbayê li nêzîkî Girava Çarpanaxê duh 3 heval ji bo avjeniyê ketin Gola Wanê û ji ber çavan wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Şaxa Artemêtê ya Bendera Deryayê, tîmên Ewlehiya Peravê, tîmên AFAD û UMKEyê, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê di otomobîleke li kêleka golê de 3 nasnameyên ku xwediyê wan nebû dîtin û tîmên rizgarkirinê li nav golê dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerîna tîman de ji nav golê termê 2 kesan hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê wan veguhestin nexweşxaneyê.

Li aliyê din lêgerîna di nav golê de berdewam dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:51