di navbera hêzên Tirkiye û YPGê de şer derket

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera çekdarên YPG û hêzên Tirkiyê de şer derket.

26 Avrêl 2017 - 08:42
26 Avrêl 2017 - 08:42
 0
di navbera hêzên Tirkiye û YPGê de şer derket

Çavkaniyekî li Efrînê ji BasNewsê re got, îro danê sibê li artêşa Tirkiyê û hêzên YPGê li ser sînor li hev dan.

Wî jêderî da zanîn ku artêşa Tirkiyê li çeperên YPGê yên li gundên Firfirka, Qerebaba û Pira Heşarkê li devera Reco ya Efrînê daye ber topan piştî wê dengê fîşekan jî hatiye bihîstin.

YPGê jî ragihandiye ku wan bersiva êrişên artêşa Tirkiyê dane û heta niha jî şer didome.

Ev nûçe bi tevahî 1456 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:31:21