Duhok: Bi dronan êrîşî baregeha Tirkiyê ya li Bamernê hat kirin

Bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li navçeya Duhokê hat kirin.

22 Tîrmeh 2022 - 05:34
22 Tîrmeh 2022 - 05:34
 0
Duhok: Bi dronan êrîşî baregeha Tirkiyê ya li Bamernê hat kirin

Li gorî ragihandina çavkaniyekî fermî, bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.

Îro danê sibê di demjimêr 06:30 de bi du dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li firokexaneya Bamernê hat kirin.

Rêveberê Nahiya Bamernê Mîran Îsmaîl derbarê bûyerê de ragihand, îro danê sibê bi du dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li nav firokexaneya Bamernê hat kirin.

Mîran Îsmaîl eşkere kir ku ew her du dron bêyî ku ziyanê canî derkeve holê, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin têkbirin.

Ev nûçe bi tevahî 958 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:54:59