DYA jiber çûyîna Îran'ê hişyarî da hemwelatîyên xwe

Wezareta Karêderveyî ya Amerîkî jiber sedemên girtin û binçavkirinê hemwelatiyên xwe derbarê çûyîna Îranê de hişyar kir.

16 Tebax 2017 - 05:27
16 Tebax 2017 - 05:27
 0
DYA jiber çûyîna Îran'ê hişyarî da hemwelatîyên xwe

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaza ji welatiyên xwe bi taybet yên ku hem xwedan nasnameya Amerîkî ne hem jî xwedan nasnameya Îranî, kir ku serdana Îranê nekin ji ber ku tirsa girtina wan heye.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de bang li welatiyên Amerîkî kiriye ku eger neçar nebin, serdana Îranê nekin.

Di daxuyaniyê de bi taybet bang li welatiyên amerîkî-îranî hatiye kirin ku heta ji wan tê neçin Îranê çimkî dewleta Îranê, bêyî ku ti sûcekî wan hebe, digire yan jî astengiyan bo wan derdixîne.

Ev nûçe bi tevahî 1600 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:47:54