Ebadî: Derbarê hinardina nefta Kerkûkê me û herêma Kurdistanê li hev kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê bo bendera cîhanî li gel herêma Kurdistanê li hev kirine.

28 Sibat 2018 - 02:45
28 Sibat 2018 - 02:45
 0
Ebadî: Derbarê hinardina nefta Kerkûkê me û herêma Kurdistanê li hev kir

Ajansa Reutersê li ser zarê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku, li gel herêma Kurdistanê li ser hinardekirina petrola Kerkûkê li hev kirine.

Daxuyaniya Ebadî piştî wê yekê hat ku, duh berpirsên Iraqê ragehandin ku, proseya hinrdina nefta Kerkûkê bo Îranê bi rêya tankeran ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê bi serneket.

Roja 25ê vê mehê berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku, hikumeta herêma pêşniyarkiribû ku, Bexda bi rêya Somo nefta Kerkûkê rêke Tirkiyê daku, dahata Iraqê zêde bibe.

Ev nûçe bi tevahî 1612 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:51:17