Efrîn: Çekdaran 4 ciwanên Kurd revandin

Temenê 2 kesan ji wan, di bin 18 saliyê re ne

3 Avrêl 2023 - 05:28
3 Avrêl 2023 - 05:28
 0
Efrîn: Çekdaran 4 ciwanên Kurd revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 ciwanên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirofan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa bi navê Polîsa Leşkerî ji roja 28ê Adara 2023an ve, 4 ciwanên Kurd li ser rêbenda gundê Hesen Dêra yê li navçeya Bilbilê revandin ku temenê 2 kesan ji wan, di bin 18 saliyê re ne.

Diyar kir jî, ew her 4 ciwan ji navçeya Raco ne û bêyî ku ti tometekê arasteyî wan bê kirin, çekdaran ew girtin û birin navenda leşkerî ya bajarê Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan navê wan ciwanan belav kir: Xelîl Idrîs Cafer (22) salî, Şêxo Luqman Hemo (26 salî), Şêxo Ferhad Hemo (17 salî) û Mihemed Luqman Hemo (16 salî).

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkir

Ev nûçe bi tevahî 857 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:25:32