Efrîn: Daxwaza vegerandina waneyên zimanê Kurdî li dibistanan tê kirin
Şênî, mamoste û xwendekarên Efrînê, bi daxwaznameyeke fermî, ji desthilatên perwerdeyê û rêveberiya herêmî xwastin ku dersên zimanê Kurdî li dibistanên deverê cardin werin destpêkirin, piştî ku bi awayekî neçaverêkirî bi destpêka sala xwendinê ya 2025-2026an re hatibû rawestandin.

Di nameyeke hevbeş de ku ji Parêzgarê Helebê, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê û Serokê Rêveberiya Herêmî re hatiye şandin, îmzekaran daxwaza vegerandina lezgîn ji biryara rawestandina dersên zimanê Kurdî kirin, ku wek "neresmî û bêpasav" hatiye binavkirin.
Li gorî daxwaznameyê, fêrkirina zimanê Kurdî ji sala 2012an ve beşek ji sîstema perwerdeyê ya Efrînê bû û heta di bin rêveberiya Hikûmeta Demkî de jî berdewam kiribû. Wan destnîşan kir ku ev biryar berevajî hêviyên wan e, bi taybetî piştî serketina şoreşa Sûriyeyê, ku wan li bendê bû mafên çandî yên Kurdan berfirehtir bibin.
Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Gel a Sûriyeyê, Şêx Seîd Zade, piştgiriya xwe ji bo vê bangewaziyê anî ziman û got ku daxwaz "rewa ye". Lê belê, wî da zanîn ku sepandina mufredata navendî ya Sûriyeyê, ku zimanê Kurdî tê de nîne, astengiyeke yasayî ye û çareseriyeke mayînde pêwîstî bi fermaneke serokatiyê an destûreke nû heye.
Rojnamevan Rolav Horo jî ev biryar wek "ne dadwerane" binav kir û got, "Efrîn devereke xwedî nasnameya zimanî û çandî ya taybet e û divê rêz li vê yekê bê girtin." Wê bang li serokatiya Sûriyeyê kir ku di vê pêngavê de ji nû ve bifikire û mafê xelkê Efrînê yê fêrbûna zimanê dayikê biparêze.
Şêniyên Efrînê tekez dikin, zimanê Kurdî ne tenê madeyeke xwendinê ye, belkî beşekî bingehîn ji nasnameya wan e. Ew daxwaz dikin ku mamosteyên zimanê Kurdî vegerin ser karên xwe û ev mafê çandî yê bingehîn ji zarokên wan re were misogerkirin.(K24)
Nûvekirina herî dawî: 16:10:30