Efrîn: MITê welatiyekî Kurd girt

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja Pêncşemê li gundê Meireskê li navçeya Şera ya Efrînê, dewriyeke Istixbarata Tirkiye û Polîsê serbazî welatiyekî Kurd bi tohmeta peywendiya bi Rêveberiya Xweser re heye hat girtin.

12 Tebax 2022 - 02:26
12 Tebax 2022 - 02:26
 0
Efrîn: MITê welatiyekî Kurd girt

Li gundê Meireskê li navçeya Şera ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, dewriyeke Istixbarata Tirkiye (MIT) û Polîsê serbazî welatiyekî Kurd bi tohmeta peywendiya bi Rêveberiya Xweser re girtin.

Heman demê de li Medankê ser bi Şera ya Efrînê çekdarên Feyleq el-Şam welatiyekî Kurd êşkence kirin da ku mala xwe radestî wan bike.

Li gundê Buxçe ya ser bi Bilbil a Efrînê jî polîsê serbazî welatiyekî Kurd ku li ba wan girtî bû beramberî 400 dolaran ew azad kirin.

10ê Tebaxê jî, çekdarên grûpa Lîwaa Semerqend welatiyekî Kurd ê ji gundê Kefir Sefre ya ser bi Cendirês a Efrînê êşkence kiribûn û ew birin navenda ewlehiyê.

Ev nûçe bi tevahî 842 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:02:21