Eniya Tirkmanî ji ber Ala Kurdistanê doz vekir

5 Parlementerên Eniya Tirkmenî ji ber hilda Ala Kurdistanê li saz û dezgehên fermî li parêzgeha Kerkûkê, doz derbarê Serokê Encûmena Parêzgehê Kerkûkê Rebwar Talebanî de vekir.

15 Hezîran 2017 - 09:27
15 Hezîran 2017 - 09:27
 0
Eniya Tirkmanî ji ber Ala Kurdistanê doz vekir

Serokê Encûmena Parêzgehê Kerkûkê Rebwar Talebanî ji Rûdawê re ragihand ku 5 Parlementerên Eniya Tirkmenî derbarê wî de li Bexdayê serlêdana dadgehê kirine.

Rebwar Talebanî diyar kirk u li parêzgeha Kerkûkê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên saz û dezgehên fermî yasayî ye û got: “Ti tirsa me nîne. Em dê herin her dadgehê.”

Talêbanî destnîşan kir ku ew dê 3yê Tîrmehê li Bexdayê di rûniştina dozê de amade be û dê belgeyên biryarên standinê pêşkêşî dadgehê bike.

Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja 28.03.2017ê di civînekê de bi fermî û bi piraniya dengan biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û fermî yên wê parêzgehê pesend kiribû.

Li Encumena Parêzgeha Kerkûkê, 9 kursiyên Eniya Tirkmanî ya Iraqê hene û li parlamentoya Iraqê jî 2 nûnerên wan hene. Eniya Tirkmanî ne tenê di warê Ala Kurdistanê de li dijî aliyên siyasî yên Kurdî ye herwiha li ser mijara çarenûsa Kerkûk û di hilbijartinên giştî de rikeberiya Kurdan dike û lihev Kurdan nake.

Ev nûçe bi tevahî 2128 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:03:47