ENKS: Divê em bi Hikûmeta Sûriyeyê re danûstandinan bikin

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji bo çareseriyeke dadperwerane û tevgir ji bo pirsa Kurdan tekez li ser pêdivîtiya diyalogeke cidî bi Hikûmeta Sûriyeyê re kir.

15 Îlon 2025 - 10:44
15 Îlon 2025 - 10:44
 0
ENKS: Divê em bi Hikûmeta Sûriyeyê re danûstandinan bikin

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di beyannameyekê de daxwaz kir ku, ji bo diyarkirina awayê desthilatdariya paşerojê ya dewleta Sûriyeyê û ji bo çareseriyeke dadperwerane û tevgir ji bo pirsa Kurdan diyalogeke cidî bi Hikûmeta Sûriyeyê re bê kirin.

ENKSê di wê beyannameyê de daxwaza "Alîkarî û hevkariyê di navbera hemî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de" kir. Herwesa got, “Divê ev xebata hevpar bi awayekî be ku, pêkanîna xwestekên her kesî di dewleteke demokratîk a piralî de garantî bike, ku hemî pêkhateyên Sûriyeyê vegire.”

Di wê beyannameyê de herwesa daxwaz hatiye kiriy ku, baldarî bikeve ser qonaxa avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê, ku pêdivîtî bi tevlîbûna çalak û tevgir a hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê heye. Herwesa ENKSê amaje daye rola gelê Kurd di pêşxistina jiyana siyasî li Sûriyeyê de, tevî wê paşguhxistin û haşatîkirina ji mafên wê yên neteweyî tê kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:47:14