ENKSê qedexekirina dibistanên taybet li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtin û qedexeirina dibistanên taybet li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir weke biryareke ne di cih de dît û xwest ku rêveberî ji wê biryara xwe vegere. Ji ber ku wan dibistanan programên hikûmetê didan xwendin, hatine girtin.

20 Îlon 2022 - 03:41
20 Îlon 2022 - 03:41
 0
ENKSê qedexekirina dibistanên taybet li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

ENKS di daxuyaniyekê de got ku wê her tim xwestiye programên perwerdeyê ji mijarên siyasî û hizbîtî bê dûrxistin.

ENKSê dibêje biyarên wiha hîştin ku hejmara koçberiyê zêde bibe û Rojavayê Kurdistanê ji kadroyên şareza vala bibe.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de ENKS ji Rêveberiya Xweser dixwaze xwendekaran û malbatên wan azad bihêle û mafên wan binpê neke.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser biryar da ku, hemû dibistanên taybet û peymangehên fêrkirinê yên ku rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê peyrew dikin, bêne girtin. Sedema biryarê jî ew e ku, ev dibistan programên hikûmeta Sûriyê didine xwendekaran.

Ev biryar wê bi hezarên xwendekaran û bi sedên mamosteyan ji xwendin û fêrkirinê bêpar bike.

Ev nûçe bi tevahî 555 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:27:03