Erdhejekê bajarekî Bakurê Kurdistanê hejand

Erdhejeke bi hêza 4.2 pile parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hejand.

7 Hezîran 2022 - 09:49
7 Hezîran 2022 - 09:49
 0
Erdhejekê bajarekî Bakurê Kurdistanê hejand

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Sêşembê 7ê Hezîrana 2022ê demjimêr 11:01 deqe, erdhejeke bi hêza 4.2 pile li bajarokê Tuşba yê parêzgeha Wanê hatiye tomarkirin.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyar kirin ku erdhej bi kurahiya 4.68 kîlometre çêbûye. Heta niha ti daxuyaniyek derbarê zerarên canî û maddî de nehatine belavkirin.

Sala derbasbûyî, 68 caran erdhej li heşt parêzgehên Bakurê Kurdistanê çêbûbûn. Erdhej li parêzgehên Meletî, Bedlîs, Erzîngan, Wan, Çewlîg, Dêrsim, Mûş û Xarpêtê hatine tomarkirin. Li gor amarên fermî, 63 welatî birîndar bûn, zerarên canî nebûn û tenê zerarên maddî hebûn.

Ev nûçe bi tevahî 872 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:09:23