Erdogan serdana xwe ya Diyarbekirê betal kir

Serokatiya Pêwendiyan a Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber teqîna li kana madenê ya li Bartinê, serdana Erdogan a Diyarbekirê hat betalkirin.

15 Cotmeh 2022 - 03:50
15 Cotmeh 2022 - 03:50
 0
Erdogan serdana xwe ya Diyarbekirê betal kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber teqîna kana madenê ya li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê, serdana xwe ya Diyarbekirê betal kir.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber teqîna li kana madenê ya li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê, serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Diyarbekirê hat betalkirin.

Hat ragihandin ku Erdogan sibe dê biçe Bartinê û xebatên rizgarkirina karkeran, li cihê bûyerê koordîne bike.

Li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê li kana madenê, êvarê 14ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 18:45an de teqînekê rûda, di encama teqînê de heta niha 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 674 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:41:09