Erebên hawirde li dijî gotinên Çavuşoglu xwepêşandan kirin

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de xwepêşanderên ku gotinên Çavuşoglu yên protesto dikin

12 Tebax 2022 - 04:35
12 Tebax 2022 - 04:35
 0

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu duh Pêncşemê gotibû, “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin, heger aştiyeke mayînde durist nabe.” Li ser van gotinên Çavuşoglu li herêmên ku Tirkiyê xistiye bin destê xwe û li wan deverên ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku Cerablûs, Ezaz, Girê Spî û çend deverên din li xwe digire xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de xwepêşanderên ku gotinên Çavuşoglu yên protesto dikin, li dijî Tirkiyê dirûşman dibêjin.

Alîgir û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê yên li herêmên Rojavayê Kurdistanê ku heta operasyona sala 2019an di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû, piştî gotinên Çavuşoglu dest bi xwepêşandanan kirin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de, li Ezaz a ku Tirkiyê dagir kiriye, Alaya Tirkiyê tê şewitandin. Dîsa li gorî îdiayên li ser medyaya civakî, xwepêşanderan xwestine êrîşî baregeha leşkerî ya ku leşkerên Tirk lê bi cih bûne, bikin.

Di xwepêşandanên li Ezazê dirûşmên wek "Bila Tirkiye baş bibihîse, ev şoreşa Sûriyê ye" hatin gotin.

Çavuşoglu çi gotibû?

Çavuşoglu diyar kir ku ew bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad re li ser pêyan axiviye û got, “Di dema ku li Belgradê bi wezîrên din re sohbet kir, min bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re li ser pêyan, sohbeteke kurt kir. Divê terorîst bên paqijkirin. Em her tim dibêjin ku aştî di navbera opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêwîst e û em jî wek Tirkiye piştgiriya wê dikin. Em jî piştgiriyê didin têkoşîna li dijî rêxistinên terorê yên cudaxwaz. Çavê me li xaka Sûriyê nîne lê heger li Sûriyê yekîtî nebe, Sûriye dikare parçe bibe. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, pêwîstî bi hikûmeteke bihêz li Sûriyê heye. Ji xeynî vê tu têkilî tune bû. Ji bo ku Sûriye parçe nebe, divê li Sûriyê rêveberiyeke xurt hebe. Îradeya ku li her quncikek xaka xwe serdest be, ancax bi yekîtiyê pêk tê. Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin. Heger wiha nebe aştiyeke mayînde çênabe.”