Fermandarê YPGê: Emê bersiva Tirkiyê bidin

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo li ser êrîşên Efrînê ragihand ku ew dê bersiva her êrîşekê bidin.

3 Îlon 2017 - 07:52
3 Îlon 2017 - 07:52
 0
Fermandarê YPGê: Emê bersiva Tirkiyê bidin

Li gor nûçeya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Fermandarê YPGê Sîpan Hemo derbarê planên êrîşkirina ser Efrînê da xuyakirin, dê ew êrîş bi ser nekevin û li ser destwerdaneke leşkerî ya Tirkiyê bo Efrînê got: "Em mafê xwe yê xweparastina meşrû bikar tînin. Em dê ti êrîşekê bê bersiv nehêlin."

Hemo diyar kir ku hêzên girêdayî Tirkiyê bi hinceta operasyona Mertala Firatê serjimariyê diguherînin û ew jî li hemberî grubên cîhadî yên ‘nêzîkî AKP' berxwedana xwe didomînin.

Sîpan Hemo rexne li Rûsyayê jî girt û got ku helwesta Rûsyayê ya li hemberî destwerdanan qels e û daxwaz ji Rûsyayê kir, helwesteke bihêz li hemerî êrîşan bistîne.

Hemo wiha got: "Em dê li gor rêkeftina me ya bi Rûsyayê re ku bi taybetî li herêma Şehbayê pêk hatiye, tevbigerin. Û divê her kes vê bizane ku em dê ti êrîşan bê bersiv nehêlin."

Ev nûçe bi tevahî 1699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:57:13