Fermandarekî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin

Hate ragihandin ku fermandarekî Supaya Pasdarên Îranê yê bi navê Xulam Elî Qulîzadeyê li Sûriyeyê hatiye kuştin.

2 Çile 2017 - 03:32
2 Çile 2017 - 03:32
 0
Fermandarekî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin

Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku fermandarê bi navê Xulam Elî Qulîzade ji aliyê komên tundrew ve li Sûriyeyê hatiye kuştin. Li gorî nûçeya AAyê, rutbeya Qulîzade tuxgeneral e û di şerê li çoltera Şamê de hatiye kuştin.

Herwiha tê gotin ku Qulîzade di destpêka şerê Sûriyeyê ve ji bo pasevaniya Mezargeha Seyîde Zeynebê çûye Sûriyeyê.

Ev nûçe bi tevahî 1676 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:51:24