Fermandarekî HDKê hat kuştin
Li navçeya Balîsan a Başûrê Kurdistanê teqe li fermandarekî naskirî yê Hizba Demokrat a Kurdistan (HDK) hat kirin û canê xwe ji dest da.

Vê sibê Çarşemê (07.03.2018) termê kadro û yek ji fermandarên Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî li navçeya Balîsan a ser bi Hewlêrê hat dîtin.
Derbarê bûyerê de Berpirsê Peywendiyan ê HDKê li Hewlêrê Îbrahîm Zêweyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Li nêzîkê Hertel a newala Balîsan teqe lê hatiye kirin. Niha me dest bi lêkolînan kiriye û di dahatû de hurgiliyan belav dikin.”
Nûvekirina herî dawî: 14:10:53