Fermandarên Îranî hatin kuştin: Xelk daket kolanan

Piştî ku Îsraîlê êrişî Balyozxaneya Îranê ya Şamê kir Îranî daketin kolanan û wan Îsraîl protesto kir.

2 Avrêl 2024 - 08:09
2 Avrêl 2024 - 08:09
 0
Fermandarên Îranî hatin kuştin: Xelk daket kolanan

Îsraîlê şeva borî Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir.

Fermandarê Hêza Qudisê yê li Libnan û Sûriyeyê Mihemed Riza Zahidî û Fermandar Mihemedhadî Hacî Rehîmî jî di nav de 5 rayedarên Îranî hatin kuştin.

Piştî vê êrişê li Tehrana paytexta Îranê xwepêşandan hatin kirin.

Xwepêşander bi dirûşmên “Mirin ji Îsraîlê re” û “Mirin ji Amerîkayê re” qîriyan.

Xwepêşanderan herwiha xwest ku Îran mûşekan berde Îsraîlê û heyfa xwe hilîne.

Xwepêşaderan alayên Filistînê bilind kirin û cenazeyên sembolîk ên zarokên kuştî hilgirtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 837 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:20:22