Fuad Husên: Parastina Herêma Kurdistanê erkê Îraqê û Pêşmergeyan e
Fuad Husên ragihand ku parastina Herêma Kurdistanê ya ji êrişan erkê li ser milê hikûmeta Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan e.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên her wiha hûrgiliyên hevdîtinên şandeya Îraqê û hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kirin.
Nûçegihanê ajansa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde li New Yorkê di çarçoveya civînên Neteweyên Yekbûyî de parastina asmanê Herêma Kurdistanê û naveroka civînên şandeya Îraqê ji Dr. Fuad Husên pirsî.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser nebûna sîstema parastina asmanî ya li Herêma Kurdistanê û metirsiya êrişên komên çekdar ên nêzîkî Îranê, behsa helwesta Serok Mesûd Barzanî kir.
Fuad Husên got, "Ew bi xwe tekez dike ku em beşek in ji vî welatî, em beşek in ji Îraqê û erkê hikûmeta Îraqê ye ku Kurdistanê biparêze."
Fuad Husên da zanîn ku ev yek berpirsyariya hikûmeta Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan e û anî ziman:
"Dema ku êrişî beşeke Îraqê tê kirin, erkê hikûmeta Îraqê ye ku rê lê bigire û rûbirûyê wê bibe."
Hûrgiliyên civînên li Amerîkayê
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser hevdîtina girtî ya Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ya bi Donald Trump re anî zimên ku ew ji hemû wan civînan û mijarên ku hatine gotûbêjkirin agahdar in.
Fuad Husên diyar kir ku şandeya wan gelek hevdîtinên cuda pêk anîne; ji wan hevdîtineke fermî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re li ser têkiliyên dualî, her wiha maseyek bi beşdariya Trump û hinek ji serokên Rojhilata Navîn.
Husên her wiha daxuyand ku Trump bi serkirdeyên Îraq, Misir, Libnan û Tirkiyeyê re civînek saz kiriye lê ew civîn tenê ji bo Îraqê nebûye, belkî Trump tê de li ser rewşa tevahiya herêmê axaftinek pêşkêş kiriye.
Metirsiyên ewlehiyê yên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de li dawiya meha Sibatê zêde bûne.
Her wiha biryara vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li cem rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê tirsa çêbûna valahiya ewlehiyê çêkiriye.
Niha asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna êrişên bi mûşekan ne xwediyê sîstemeke bipêşketî ya parastina asmanî ye, loma şandeya Îraqê di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Amerîkayê re de hewl dide ku garantiyên ewlehiyê bi dest bixe.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:02