Gelek welatan piştgirî dan bombebarana Amerîkayê ya li ser Sûriyê!

Bombebarana Amerîkayê ya li ser binkeyeke leşkerî ya rejîma Sûriyê li gel xwe bertekên cuda cuda anîn û heta naha Fransa, Brîtanya, Tirkiye, Japan, Australia û Erebistana Siûdî piştgiriya xwe ya ji bo bombebaranê ragehandin.

7 Avrêl 2017 - 06:34
7 Avrêl 2017 - 06:34
 0
Gelek welatan piştgirî dan bombebarana Amerîkayê ya li ser Sûriyê!

Fransa ragehand, pêşeroja Sûriyê bi mana Esed a li ser desthilatiyê ve sernakeve û Amerîka êdî dixwaze helwêstê xwe di vê derbarê de zelal bike, herwaha piştî bombebaranê Brîtanyayê piştgiriya xwe ya ji bo bombebarana Amerîkayê ragehand.

Herwaha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş piştgiriya Tirkiyê ya ji bo bombebarana Amerîkayê aşkera kir û daxwaz kir cezayê tund ji rejîma Sûriyê re bê dayîn, herwaha Erebistana Siûdî yekem welatê ereb bû piştgiriya xwe ragehand.

Ev nûçe bi tevahî 1840 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:58:47