Gora Hafiz Esed hat şewitandin

Gora Hafiz Esedê bavê Beşar Esed a li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê hat şewitandin.

12 Berfanbar 2024 - 07:28
12 Berfanbar 2024 - 07:28
 0
Gora Hafiz Esed hat şewitandin

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.

Çekdarên HTŞyê gora Hafiz Esed, serokê berê yê Sûriyeyê û bavê Beşar Esed şewitand.

Dîmenên şewitandina gora Hafiz Esed li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Gora Hafiz Esed li bajarokê Qerdahayê yê parêzgeha Laziqiyeyê ya li rojavayê Sûriyeyê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 381 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:12:21