Guterres: Li gelek welatên cîhanê birçîtî dê derkeve holê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres eşkere kir, bandorên şerê Ukraynayê, rewşa cîhanê ber bi rewşeke xirabtir dibe.

Antonio Guterres diyar dike ku bandora şerê Ukraynayê li ser milyarek û 600 milyon kesan tê dîtin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî rapora duyem a bandorên şerê Ukraynayê pêşkêş kir û ragihand, encamên şerê Ukraynayê ku gelek bilez derdikevin holê, metirsîdar in.
Guterres eşkere dike ku ev şer li xelkê hemû cîhanê gefê dixwe.
Herwiha got: “Ji ber bandorên şerê Ukraynayê, dê pêleke birçîtiyê li gelek welatên cîhanê bigre, ji ber vê jî dê aloziya civakî û aborî çêbibe.”
Şerê Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye û di destpêka şer de Rûsya heta nêzîkî Kîeva paytext pêş ket, lê piştre vekişiya, vî şerî bandorek li ser bazar û aboriya cîhanê dirust kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 18:34:00