Hakan Fîdan, Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi peyameke Newroza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

22 Adar 2024 - 11:05
22 Adar 2024 - 11:05
 0
Hakan Fîdan, Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hakan Fîdan di peyama xwe de hêvîya saleke aram, tendurist û baş kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di nameya Fîdan de hatiye gotin:

“Birêz Serok, dostê min ê ezîz, ez cejna we ya Newrozê pîroz dikim ku sembola berxwdêrî, aştî, jiyana xwezayî û saleke nû ye û keveşopiyeke me ya hevpar e.”

Serokatiyê destnîşan kir, Hakan Fîdan di nameya xwe de, “Hêvî kiriye ku ji bo aramî û aştiya herêmê hevahengî û hevbeşiya her du aliyan xurttir bibe.”

Ev nûçe bi tevahî 670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:34:57