Helîkoptera Serokkomarê Îranê ketibû: Kê û kê canê xwe ji dest daye?
Hûrgiliyên li ser qezaya helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî derdikevin holê.

Helîkoptera Îbrahîm Reîsî doh li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû xwarê.
Enqaza helîkopterê îro hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.
Televîzyoan dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.
Kî û kî mirine?
Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.
Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.
Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin û hat diyarkirin ku cihê helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hatiye tesbîtkirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:06:44