Heşda Şeibî dest bi rakirina alayê Kurdistanê kir!

Çekdarên Heşda Şeibî piştî fermana dadgeha federal ya Iraqê li ser alaya Kurdistanê, çi alayên Kurdistanê li Kerkûkê heye, radikin!

6 Sibat 2018 - 11:40
6 Sibat 2018 - 11:40
 0
Heşda Şeibî dest bi rakirina alayê Kurdistanê kir!

Dadgeha federal ya Iraqê pêr ragihandibû, danîna alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên li Kerkûkê qanûnî ye.

Berdevkê rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî êrişî wan qutabxane û taxên kurdan yên bajêr dikin yên ku alaya Kurdistanê lê hatine danîn yan jî li ser dîwarên wan hatiye kişandin.

Ednan Kerkûkî her wiha got, çekdarên Heşda Şeibî alayên Kurdistanê radikin û li şûna wan alayên Iraqê û amblemên xwe datînin.

Ev nûçe bi tevahî 1750 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:57:52