Hewlêr bersiv da Bexda: Radest nakin!

Herêma Kurdistan, Daxwaziya radestkirina balafirhegan a Bexda red kir.

27 Îlon 2017 - 05:50
27 Îlon 2017 - 05:50
 0
Hewlêr bersiv da Bexda: Radest nakin!

Kurdistan, daxwaziya Iraqê ku dibêje dinav sê rojan balafirgehan radestî me bikin, red kir.

Hikûmeta Herêmî Kurdistanê radestkirina firokexaneyên Kurdistanê ji bo Bexdayê red kir û biryara hikûmeta ıraqê jî weke \"ne yasayî û ne guncayî\" binav kir.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Mewlûd Bawemûrad di civîneke çapemeniyê de, bi amadebûna rêveberên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bersiv da biryara hikûmeta Bexdayê ya radestkirina firokexaneyên Kurdistanê.

Mewlûd Bawemûrad ragihand, ku firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê mulkê Kurdistanê ne û dê karên xwe berdewam bike.

Ev nûçe bi tevahî 1519 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:21:07