Hikûmetê 4 helîkopter dane Silêmaniyê

Hat ragihandin ku Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 helîkopterên taybet ji bo rêveberiyên parêzgeha Silêmaniyê dabîn kir.

11 Gulan 2017 - 03:26
11 Gulan 2017 - 03:26
 0
Hikûmetê 4 helîkopter dane Silêmaniyê

Duhî roja çarşemêher 4 helîkopter gihîştin Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û radestî Rêveberiya Parêzgeha Silêmaniyê kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku 2 ji wan helîkopteran ji bo Rêveberiya Parastina Şaristanî û bo bikaranîna wan li cihên zehmet in û 2 helîkopterên din jî ji bo Polîsê Trafîkê û Hawarhatina Bilez li Silêmaniyê ne.

Nêzîkî 2 salan bû ku ew her 4 helîkopter ji şîrketeke ewropî hatibûn kirîn, lê belê ji ber xûlên rahênan û perwerdeya pîlotan proseya radestkirina wan helîkopteran bo Herêma Kurdistanê hatibû paşxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1628 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:07:48