Hîlmî Yarayici: Divê CHP fobiya xwe ya li hember Kurdan bavêjê aliyekî

Parlementerê CHPê yê Hatayê û Solîstê Grup Yorumê yê berê Hilmi Yarayici di bernameya Emre Unsalli ya di Arti Gerçekê de derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de helwesta xwe eşkere kir.

9 Cotmeh 2017 - 05:51
9 Cotmeh 2017 - 05:51
 0
Hîlmî Yarayici: Divê CHP fobiya xwe ya li hember Kurdan bavêjê aliyekî

Parlementerê CHP Hilmi Yarayici siyaseta heyî ya AKPê ya li hemberî kurdan rexne kir û bi awayekî eşkere got, \"Bi kurdên xwe îradeya pêkvejiyanê nîşan nede, pirsgirêka kurdan çareser neke û dûvre jî rabe bêje Serxwebûna Herêma Kurdistanê bo me tehdîdeke netewî ye û li ser sînorî bi tetbîqatên leşkerî xelkê bitirsîne.

Yarayici her wiha teqez kir û got, \"Dema ku gelek biryara serxwebûnê bide û wisa helwest nîşan bide, divê mirov rêzê li vê yekê bigire\" Herwiha Yarayici partiya xwe CHPê jî rexne kir û got, \"Hewil didin bi siyasiyên kurdan re xuya nekin. Vê helwestê kir ku ava reş bi çavan de were. Divê CHP dev ji kurdofobiyê berde, lewra ev yek şaş e.\"

Ev nûçe bi tevahî 947 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:04:56