HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû rêyên stratejîk ên diçin paytexta DAIŞê Reqqayê hatine kontrolkirin.

23 Avrêl 2017 - 14:26
23 Avrêl 2017 - 14:26
 0
HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin

Berdevkê HSDê Cîhan Şêx Ehmed li ser mijarê wiha axivî: "Me hemû rêyên hinardekirinê yên DAIŞê girtin. Me rêya girêdayî Iraqê li Deyr-Ez-Zorê vedibû girt û me rojhilatê Reqqayê kontrol kir. Bi êrîşa ser Tebqayê re hemû rêyên sewqîyatê hatin girtin. Herwiha me rêyên navbera Tebqa-Reqqa û Şamê xistin kontrola xwe."

Ehmed diyar kir, DAIŞ parastina bakurê Reqqayê berdewam dike û got, "Êdî wê DAIŞ nikaribe veguheztina hêzê û cebilxaneyan pêk bîne. Ji çaralî ve hatin dorpêçkirin."

Ehmed da zanîn, "Milîtanên DAIŞê ber bi navenda Reqqayê ve paşve dikişin û hewil didin li nav bajêr şer bidin destpêkirin. Di vê navberê de jî hêzên Kurdî pêşveçûna xwe ya ber bi bajêr ve didomînin."

HSDê qonaxa yekem a operasyona Xezeba Firatê 5ê Mijdara 2016an ji bakurê Reqqayê ve, qonaxa duyem 10ê Berfanbara 2016an ji rojavayê Reqqayê ve, qonaxa sêyem 4ê Sibatê ji herêma Silukê ve û qonaxa çarem jî çend roj berê dabû destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1225 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:36:18