HSD: Me ti rêkeftin bi DAIŞê re nekiriye

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo bersiva Rûsyayê dide û red dike ku ligel DAIŞê rêkeftin kiribin.

28 Gulan 2017 - 11:31
28 Gulan 2017 - 11:31
 0
HSD: Me ti rêkeftin bi DAIŞê re nekiriye

Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihand, heta niha operasyona Reqayê berdewam dike, lê ev daxuyanyên ku dibêjin HSDê rê ji çekdarên DAIŞê re vekiriye, da ku çekdarên DAIŞê ji Reqayê vekişin tenê dikeve propagandeya ragihandinê de, ku dixwazin HSDê bi şaşî bidin nasîn û reklamê ji DAIŞê re bikin.

Telal Silo got: “Rûsya xwast ku bi me re beşdarî şerê Reqayê bibe, lê em hevahengiyê bi hêzên Hepeymaniya Navdewletî re dikin. Bo operasyona Reqayê ti hevahegiya me bi Rûsyayê re tune ye.”

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihandibû, HSDê ligel çekdarê DAIŞê rêkeftinek kiriye, ku çekdarên DAIŞê ji bajarê Reqayê ber bi bajarê Tedmurê ve vekişe.

Ev nûçe bi tevahî 1546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:10:59