HSD: Operasyona Reqayê serê havînî destpê dike

Berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihandin ku wê serê havînê operasyona Reqqayê destpê bike.

12 Gulan 2017 - 07:55
12 Gulan 2017 - 07:55
 0
HSD: Operasyona Reqayê serê havînî destpê dike

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rojda Felat di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihandin ku piştî biryara çekşandina Serokê Amerîkayê Donald Trump hê çek negihîştine ber destê me, lê em pêşbînin ku dema herî nêzîk bigihîjin me.

Rojda Felat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema operasyona Reqqayê destpê kir dibe koalîsyona dijberiya DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike wesayîtên zirxî yên leşkerî teslîmî me bikin."

Fermandarekî din ê HSDê Abdulkadir Hevdelî jî di axaftina xwe de got: "Amerîkayê soz daye berî operasyona Reqqayê dê wesayîtên zirxî yên leşkerî û çekên taybet bide me."

Ev nûçe bi tevahî 2855 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:30:22