HSD û DAIŞ dîl bihev guhertin

Li Dêra Zorê piroseyeke bihevguhertina dîlan di navbera HSD û DAIŞê de birêve çû.

19 Avrêl 2018 - 03:33
19 Avrêl 2018 - 03:33
 0
HSD û DAIŞ dîl bihev guhertin

Medya ya nêzîkî opozisyona Sûryê belav kiriye, ku duh li zevyê Umer yê petrolê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, piroseyek bihevguhertina dîlan di navbera Hêzên Sûrya Demokrat û rêxistina DAIŞê de birêve çû, ku têde HSD 10 çekdarên DAIŞê beramberî 10 şervanên xwe serbest berda.

Li gorî ku medya ya opozisyonê belav kiriye, çekdarên DAIŞê li gundekî navçeya Şi'êtat hatibûn girtin, dema ku HSD berî nêzîkî sê mehan ew gund kontrol kiribû.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê, HSD ev zanyarî piştrast nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 2449 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:26:53