HSDê 3 çekdarên DAIŞê li Reqayê girti

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sê çekdarên DAIŞê li bakurê parêzgeha Reqayê ya Sûriyê girtin.

24 Îlon 2022 - 06:38
24 Îlon 2022 - 06:38
 0
HSDê 3 çekdarên DAIŞê li Reqayê girti

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan bi piştîvaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî, bi ser baxçeyê El-Celaa li bakurê bajarê Reqayê de girtine û sê çekdarên şaneyên DAIŞê girtine.

Heman çavkaniyê da zanîn ku di dema kontrolkirina cihê wan de dest danîne ser hejmarek amûr û kelûpelên ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn.

Roja 22ê Îlonê jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk otomobîleke bombekirî ya çekdarên DAIŞê li gundewarên Til Hemîsê pûç kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 563 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:58:31