'HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestand'

SOHR’ê ragihand ku HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê re rawestandiye.

13 Tebax 2022 - 03:22
13 Tebax 2022 - 03:22
 0
'HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestand'

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bi Hevpeymaniya Navdewletî re pêk dianîn rawestandiye.

Li gorî SOHRê, HSDê 6 roj berê ji bo protestokirina êrîşên bi dronan ên Tirkiyeyê operasyonên hevpar ên bi Hevpeymaniya Navdewletî rawestandiye.

Li gorî çavkaniyê herêmî yên ji SOHRê re axivîne diyar kirin ku HSDê piştî ku Tirkiyê di êrîşên dronan yên li Rojavayê Kurdistanê rêveberên HSDê hedef girtine, ev biryar wergirtiye.

Ev nûçe bi tevahî 609 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:52:44