HUDA-PAR beşdarê hilbijartinan nabe

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê ên 31 Adarê nabe.

12 Çile 2019 - 07:56
12 Çile 2019 - 07:56
 0
HUDA-PAR beşdarê hilbijartinan nabe

Cigîrê Serokê Partiya Doza Azad HUDAPARê Mahmut Şahîn eşkere kir ku ew dixwazin xwe ji bo hilbijartinên piştî hilbijartinên 31ê Adarê bi awayekî baştir û çalaktir amade bikin. Beşdarbûna hilbijartinên şaredariyan dê bandoreke neyînî li ser aboriya partiya wan bike. Ew ê ji bo hilbijartinên din xebat û amedekariyan bikin û beşdarî hilbijartinên 31ê Adarê nabin.

Mahmut Şahîn bal kişand li ser wê yekê ku biryara wan ne baykotkirina hilbijartinan e. tenê ew beşdarî hilbijartinan nabin.

Partiya Doza Azad HUDA-PAR partiyeke îslamî ye û piraniya dengdêrên wê Kurd in.

Ev nûçe bi tevahî 1262 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:40:48