Hêza Pêşmerge yek digire

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevkarî ligel şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî, Almanî û Brîtanî projeyeke hevbeş bo yekxistina yekîneyên 70 û 80 yên hêza Pêşmerge amade dikin.

24 Avrêl 2017 - 05:38
24 Avrêl 2017 - 05:38
 0
Hêza Pêşmerge yek digire

Berpirsê Yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge dibêje, di demeke nêzîk de artêşek ji hêza Pêşmerge ya yekgirtî û perwerdekirî dirust dibe.

Yekîneya 70 ku ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ya 80 ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ne. Hejmara herdu hêzan jî dora 120 hezar Pêşmerge ne. 43 hezar Pêşmerge jî ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne.

Amerîka û bi agahdariya Iraqê, nêzîkî 200 milyon dolar çek û alavên leşkerî şanda Herêma Kurdistanê, Lîwayekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, bi yekgirtina Pêşmerge, welatên hevpeman bi piştevanî û alîkarkirina Pêşmerge berdewam dibin.

Ev nûçe bi tevahî 1939 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:14