Iraq: Dê pirsgirêka petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê di 6 mehên bê de were çareserkirin

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Wezareta Petrola Iraqê dibêje, pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê di warê petrolê de vedigere têgihiştin û şirovekirina bendên destûrê. Dibêje jî, lê nêzîkbûn li navbera Hewlêr û Bexdayê heye û dê ev pirsgirêk di şeş mehên bê de were çareserkirin.

12 Mijdar 2022 - 11:22
12 Mijdar 2022 - 11:22
 0
Iraq: Dê pirsgirêka petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê di 6 mehên bê de were çareserkirin

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Wezareta Petrola Iraqê Leys Ebdilhisên di hevpeyvîneke kurt de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re bersiva çend pirsan da û got, beşek ji karnameya hikûmeta nû ya Iraqê behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Lewma ew geşbîn e ku dê pirsgirêk bên çareserkirin û dibêje dê ew pirsgirêk di çend mehên bê de werin çareserkirin.

Leys Ebdilhisên got, \"karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ku roja 27ê cotmeha 2022 ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve hate pejirandin, bi zelalî amaje daye giringiya çareserkirina nakokiyên petrolî li navbera Bexda û Hewlêrê. Çend sal in ev nakokî berdewam e û dê di şeş mehên bê de werin çareserkirin.\"

Ev nûçe bi tevahî 616 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:13:24