Ji alîgirên Bursasporê hewla provokasyonê

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin, hejmarek alîgirên Bursasporê li ber otela ku yarîzanên Amedsporê lê dimînin kom bûne û slogana “Yê ku dibêje ez Tirk im, çiqas bextewer e” bilind kirine.

5 Adar 2023 - 06:38
5 Adar 2023 - 06:38
 0

Di Lîga 2emîn de îro Yekşemê 5ê Adara 2023an demjimêr 14:00 li parêzgeha Bursayê Amedspor û Bursaspor tên pêşberî hevdû. Di vê çarçoveyê de yarîzanên Amedsporê çûne parêzgeha Bursayê û li otelekî bicih bûne.

Lê alîgirên Bursasporê şeva borî li ber otela ku lîstikvanên Amedspor lê dimînin kom bûne û hewla provokasyonê dane. Dîmenên alîgirên Bursasporê li ser medya civakî hatine belavkirin û ev yek ji aliyê bikarhênerên medya civakî ve wek “provokasyon” hatiye nirxandin.

Rêxistina HDPê ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de peyamek belav kir û dibêje: “Em êrîşên li ser Amed Sporê qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku ji bo rawestandina van êrîşên nîjadperest û faşîst bilez tedbîrên pêwîst bên wergirtin.”

Ev nûçe bi tevahî 562 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:59:24