Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve, daxuyaniyek belav kir.

16 Adar 2018 - 03:30
16 Adar 2018 - 03:30
 0
Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê

Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de vekirina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi erênî hat pêşwazîkirin û hat gotin, vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê bibe mînak.

Balyozxaneyê diyar kir, Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan wê li ser piştevanîkirina xwe ya herdu aliyan berdewam be.

Balyozxaneyê destnîşan kir, digel ku Amerîka piştevaniya Iraqeke demokratîk û federal dike, herwiha piştevaniya Kurdistaneke bihêz dike.

Ev nûçe bi tevahî 1428 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:24:48