Ji ber wergerîna trênekê 10 kes mririn

Medyaya Îranê belav kir, ji ber derketina trênekê ji riya xwe, herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan.

8 Hezîran 2022 - 03:14
8 Hezîran 2022 - 03:14
 0
Ji ber wergerîna trênekê 10 kes mririn

Berdevkê Desteya Hawarhatina Niştimanî ya Îranê Mocteba Xalidî ji ajansa (AFP) re ragihand, trênek li nêzîk bajarê Tapasê ji riya xwe derket û trên wergeriya.

Xalidî diyar kir jî, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekê xwe ve, ajansa nûçeyan “Tasnim” ji zarê Parêzgarê Tapasê got: “Trên li heylekê li ser rêya hesenî ket û qelibî.”

Ev nûçe bi tevahî 888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:46:26