Ji bo Hewîce liser 5 xalan lihev kirin!

Artêşa Kurdistan Pêşmerge û Artêşa Iraqê di derbarê operasyona Hewîceyê li ser 5 xalan lihev hatin

24 Îlon 2017 - 06:54
24 Îlon 2017 - 06:54
 0
Ji bo Hewîce liser 5 xalan lihev kirin!

Xalên rêkeftina navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê wiha ne:

1 - Pêşmerge dê ji başûrê Kerkûkê ve rê bide êrîşa Artêşa Iraqê.

2- Pêşmerge dê rê ji bo hatina koçberan veke.

3 – Ji aliyê lojîstîkî ve dema pêwîstiya artêşê bi pêşmerge hebe, dê hêza wan zêde bike.

4 – Hêza piştevanî û çekên giran ên pêşmerge, dê bi topbaranê beşdarê operasyonê bibe.

5- Li gorî rêkeftinê dê pêşmerge ji herêmên niha bin kontrola xwe de venekişe.

Navçeya hewîceyê dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê û nêzîkî 500 gundên wê hene. Ji Hezîrana sala 2014ê ve di destê DAIŞê de ye.

Roja 21-09-2017, Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî ragihand, ku qonaxa yekemîn a operasyona Hewîceyê dest pê kiriye.

Ji aliyê navçeya Şêrgat û Mexmûrê ve hejmareke gundên Hewîceyê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatine kontrolkirin.

Îmzekirina vê rêkeftinê di demekê de ye, ku duh yekîneyên Hêza Dijî Terorê yê Kurdistanê çûne Kerkûkê û hate ragihandin, ku ji bo operasyona Hewîceyê ev hêz hatiye şandin.

Ev nûçe bi tevahî 1636 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:27:12