Ji Meclîsa Konseya Parlamentoya Ewropayê banga rawestandina operasyona Efrînê

Serokê Koma Çepan a Meclîsa Konseya Parlamentaran a Ewropayê (MKPE) Tiny Kox, di civîna parlamentoyê de bang li Tirkiyê kir ku operasyona Efrînê bidawî bîne.

25 Çile 2018 - 02:57
25 Çile 2018 - 02:57
 0
Ji Meclîsa Konseya Parlamentoya Ewropayê banga rawestandina operasyona Efrînê

Tiny Kox di gotara xwe ya li MKPEyê de got, "Li gor Peymana Neteweyên Yekbûyî bila dawiyê li destwerdana leşkerî bînin û ewlekarî jî di nav de hemû kêşe bi rêya dîyalogê werin çareserkirin."

Siyasetmedarê ewropî herwiha daxwaz ji Konseya Ewropayê kir ku biryara dawîanîna operasyona Efrînê pesend bikin û bandorê li ser Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.

Kox biryara bi tarîxa 2013 a 1945an bi bîr xist û xwest, di navbera civaka kurd û rêveberiya Tirkiyê de pêvajoya aştiyê ji nû ve were destpêkirin.

Serokê Koma Çepan li MKEyê herwiha daxwaz kir, pêwîst e li ser binpêkirina peymana NYyê û MKPEyê ji aliyê Tirkiyê ve, komîteya wezîrên Ewropayê û komîseriya mafê mirovan were agahdarkirin û hemû giraniya xwe bidin ser vê mijarê.

Ev nûçe bi tevahî 1874 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:59:34