Ji NY'ê jibo Pêşmergeyê jin koçer Doskî xelat!

Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerde ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) xelat da pêşmergeyê jin Serbaz Koçer Doskî.

19 Îlon 2017 - 07:22
19 Îlon 2017 - 07:22
 0
Ji NY'ê jibo Pêşmergeyê jin koçer Doskî xelat!

Di civîna Netewên Yekbûyî de pêşmerge Koçer Doskî weke yek ji jinên wêrek li dijî tundûtûjiyê hat xelatkirin.

Weke yek ji wan 6 kesayetiyan xwedî bandor di cîhanê de û jineke wêrek ji bo nehiştina tundûtîjiyê Koçer Doskî ji bo civîna NY hat vexwandin û li wir gotarek pêşkêş kir.

Koçer Doskî ragihand, ku şerê pêşmerge li dijî DAIŞê, ji ber parastina nirxên mirovatî û azadiyê bûye û di wî şerî de hejmareke mezin a pêşmergeyan canê xwe kire qurbanî.

Koçer Doskî herwiha got DAIŞê komkujî li hember kurdên êzidî û xirstiyanan encam daye û heya niha jî nêzîkî 3 hezar keçên kurdên êzidî di destê DAIŞê de mane.

Doskî di heman demê de bal kişande ser wê yekê kuew xelatê ji wê re hatiye dayîn ew pêşkêşî cana hezar û 800 pêşmergeyên di şerê DAIŞê de şehîdên bûne dike.

Ev nûçe bi tevahî 1922 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:46:42